Saturday 7 December 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye kir



Roja şemî 07.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya James Jeffrey Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye û şandekî li gel kir ku ji Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr û General Erick Hell Fermandeyê Hêzên Amerîka li Sûriye û hejmarek şêwirmendê serbazî û siyasî ya Wezareta Derveyê Amerîkayê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye pesnê wê aramî û geşbûnê kir ku li Herêma Kurdistanê da li holê daye û tekez jî li ser pêşveçûna peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdstanê kir.

Her li vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bi sedema şehîdbûna hejmarek Pêşmerge li êrîşên vê dawiyê ya terorîstên Da'îş li ser sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û her dû alî tekez li ser hemahengî û karên hevbeşa artêşa Amerîka û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstên Da'îş de kirin.

Rewşa siyasiya Iraq û pêşketinên dawî ya li proseya siyasî û daxwaziyên xwepêşanderan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî dilgiraniya xwe li pêşketina tundutîjî û têkçûna aramiya Iraqê nîşan da ku bandorê li ser xwe rêkxistin û zêdebûna êrîşên terorîstên Da'îş bi cîh dihêle.

Her li vê civînê de guhertinên dawî yên Bakûrê Rojhilatê Sûriye û hevkêşeyên meydanî hatin nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku li her guhertinek da pêwîste rê li guherîna demografiya navçeyê bê girtin û êdî rê nedin gelê Kurd li Sûriye tûşî êş û azar û koçberiyê bibê. Di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye ragihand ku me pêwîstî bi şêwirîn û hevkariya Serok Barzanî heye.