Roja sêşem 22 Eylûla 2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya James Jeffrey Nûnerê Taybetî Amerîka yê Sûriye û Nûnerê Taybetî Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş û şandekî li gel kir.
Li vê hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî yên navçeyê nirxandin û Nûnerê Taybetî Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş bi kurtî di derbarê stratejî û nêrîna welatê xwe ya li ser diyaloga stratejiya di navbera Amerîka û Hewlêr û Bexda û her wiha pirsên niha û hevkêşeyên navçeyê ji bo Serok Barzanî xisterû.
Li beşeke dinê vê hevdîtinê de ronahî xiste li ser paşeroja gelê Kurd li Sûriye û behsa wan hewlan kirin ku ji bo diyalog û hevdû nêzîkbûna aliyên Kurdî yên Sûriye hatine encamdan. Her li vê civînê de ji bilî balkişandina li ser mayîna gefên Da'îş, tekez li ser hevpeymanî û hemahengiya her du aliyan ya li şerê terorîstên Da'îş li Sûriye û Iraqê kirin.
Pirsa koçberan û vegerandina wan ya navçeyên wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.