Monday 17 December 2018

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da'îş kir



Roja dûşem 17.12.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett Mcgurg Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da'îş û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û Balyoz William Roebuck Şêwirmendê Taybetê Nûnerê Taybetiyê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da'îş û Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêrê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de rewşa Suriye û pêşhatên dawî hate guftûgo kirin û şanda mîhvan guhertinên siyasî û emniyên dawî yê Sûriye û rewşa meydaniya şerê dijî terorîstên Da'îş li Sûriye û her wiha stratejiya welatê wan ya di derbarê Sûriye ji bo Serok Barzanî xiste rû.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî derbirîna nîgeraniyên xwe yên li paşaroja gelê Kurd li Sûriye, nêrîn û şîretên xwe yên di derbarê çawayiya çareserkirina kêşeyan û gefên li ber gelê Kurd li Sûriye şîrove kir.

Her li vê civînê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û hevkêşeyên li nav proseya siyasiya Iraqê û hengavên nirxandina pêkhata hikûmeta nû ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Encamên serdana Serok Barzanî ya meha derbasbûyî li Bexda û her wiha serdana Wezîrê Ûzeya Amerîka li Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.