Tuesday 18 February 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetiyê Amerîka yê Karubarê Sûriye kir



Roja sêşem 18.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoz James Jeffrey Nûnerê Taybetî Amerîka yê Karubarê Sûriye û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraqê û hengavên ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û egerên bihêzbûna terorîstên Da'îş li Iraqê hate nirxandin.

Li beşekî dinê vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa Sûriye û hevkêşeyên meydaniyên dawî ya wî welatî û di derbarê rola aliyên Kurdî li pêşhatên Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste li her rewşek da rê li wê yekê bê girtin gelê Kurd li Sûriye tûşî girift û çarenûsa nediyar bibê û nabê bi tu awayekî guhertina demografî li Bakûrê Rojhilata Sûriye rû bide.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê vê civînê bû û hemahengî û karê hevbeş ya her dû aliyan ji bo şerê dijî terorê bilind nirxandin û tekez jî li ser berfirehkirina hemahengiya dû aliyane ya li warên cûda cûda de kirin.