Monday 13 May 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir



Roja dûşem 13.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Jeanine Hennis-Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê hatin nirxandin.

Her wiha ronahî xistin li ser proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî hengavên ji bo bi leztirkirina proseya siyasî û hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nûçeyeke dilxweşker ji bo hemû aliyek da zanîn.

Rewşa navçeyên maddeya sed û çil ya destûra Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rola Neteweyên Yekgirtî li yarmetîdana her dû aliyan ya ji bo çareserkirina kêşeya di navbera wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.