Roja yekşem 23.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û hengavên dawî ya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û gef û metirsiyên li ber proseya siyasiya Iraqê nirxandin û her dû alî dilgiraniya xwe ya kûrtirbûna qeyrana siyasiya Iraqê ragihandin.
Her li vê civînê de di derbarê eger û çareseriyên ji bo derbaskirina qeyrana siyasî û rasterêkirina proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser rola Neteweyên Yekgirtî ya ji bo yarmetîdana proseya siyasiya Iraqê kirin.