Tuesday 15 September 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir



Roja sêşem 15ê Eylûla 2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Sekretera Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê guftûgo kirin. Her wiha ronahî xistin li ser gefên li ber proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên nû yên Iraqê û Serok Barzanî nêrîn û têbîniyên xwe yên li ser hilbijartinên nû yên Iraqê û yasaya hilbijartinê ji bo Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî xisterû.

Her li vê civînê da serdana Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê ya Herêma Kurdistanê bi erênî nirxandin û di derbarê devera Şingalê jî her du alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste rewşeke baş bê dirust kirin bo ku ew xelkê koçberê devera Şingalê bikarin vegerin ser mal û warên xwe.