Tuesday 3 December 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Îmarata Yekgirtiya Erebî kir



Roja sêşem 03.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ehmed El Zahirî Konsolê Giştiyê Îmarata Yekgirtiya Erebî li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Giştiyê Îmarat li Hewlêr silavên Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nihyan Cîhnişînê Ebûdabî bi Serok Barzanî gihand û bi kurtî di derbarê yarmetiyên welatê xwe yên ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî behs kir û tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan li yarmetîdana koçber û penaberên li Herêma Kurdistan û Iraqê da berdewam dibe.

Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarata Yekgirtiya Erebî mijareke dinê vê civînê bû.