Sunday 11 July 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû ya Amerîka li Hewlêrê kir



Roja yekşem 11.07.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Robert Palladino Konsolê nû yê Amerîka li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de ku Robert Waller Konsolê berê yê Amerîka li Hewlêr amade bû, rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û proseya siyasiya Herêmê guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de Konsolê nû yê Amerîka tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê Herêma Kurdistaneke bihêz û yekrêze û Amerîka herdem rêz ji bo îrade û xweragiriya gelê Kurdistanê hebû û ragihand ku Amerîka bi dilgiraniyê ve temaşa gefa siyasî û emnî ya li ber Iraqê dike.

Her li vê civînê de tekez li ser prensîpên pêkvejiyan û azadî û wekhevîxwaziyê ya wekî bingehek ji bo aramî û geşkirinê kir.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî erk û keda Konsolê berê yê Amerîka li Hewlêrê kir û heman demê de jî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Amerîka li erk û karên wî da xwest.