Thursday 20 June 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê kir



Roja pênçşem 20.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Omer Ehmed Elkenderî Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêr û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê silavên Mîrê Kuweytê bi Serok Barzanî gihand û balkişand li ser wê yekê ku cenabê wan hêvî dikir li gel serdana Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê jî bike, lê belê derfet nerexsa û bi telefon peywendiyê bi cenabê we ve kir û me jî raspard carekî din silav û rêzên rêzdar bi cenabê we bigihînîn.

Her li vê civînê de tekez li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û gel û dewleta Kuweytê kirin û şanda mîhvan xweşhaliya xwe bi pêşketinên siyasiyên Herêma Kurdistanê ragihand û pîrozbahiyê li Serok Barzanî kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên Herêm û Bexda xistin ber behs û guftûgoyan.