Thursday 12 December 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê kir



Roja pênçşem 12.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Omer Elkendirî Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê silavên Şêx Sebah Ehmed El Sebah Mîrê Kuweytê bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên dostaneya di navbera Herêma Kurdistan û Kuweytê kir.

Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê mijareke dinê vê civînê bû.