Monday 20 June 2022

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Fransa li bajarê Hewlêrê kir



Roja dûşemê 20.06.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li bajarê Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa û peywendiya telefoniya meha derbasbûyî ya di navbera Serok Macron û Serok Barzanî guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û senaryo û egerên nav proseya siyasiya Iraqê li qonaxa paşerojê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên Sûriye û paşeroja gelê Kurd li welatê Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.