Wednesday 26 June 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir



Roja çarşem 26.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Martyn Warr Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê ragihand ku bi helkefta dawî hatina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê hatiye ku spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî bike û xweşhaliya xwe ya di dema karkirina li Herêma Kurdistanê ragihand û pesnê wê hemahengî û hevkariyê kir ku di dema karkirinê da li gel dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkaniye. Her wiha hêvî xwest peywendiyên welatê wî li gel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikevin.

Serok Barzanî spasiya Konsolê Giştî yê Brîtanya kir û hêviya serkeftinê li erkê wî nû da xwest.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên li asta navdewletî û navçeyî û her wiha proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her wiha behsa berdewamiya gef û metirsiyên Da'îş li ser asayîşa Iraq û navçeyê kirin û tekez kir ku rûbirûbûna wê metirsiyê erkekî hemû aliyeneye.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de pêşveçûna proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan.