Thursday 16 January 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Fransa li Hewlêrê kir



Roja pênçşem 16.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Olivier Decottignies Konsolê Fransa li Hewlêr kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê hatin nirxandin û her wiha ronahî xistin li ser gef û egerên li ber proseya siyasiya Iraqê û aloziyên li asta navçeyî û navdewletî da.

Her li vê hevdîtinê de Konsolê Fransa li Hewlêr tekez li wê yekê kir ku ji bo welatê wan parastina aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê girînge û xwazyarê berdewamîdana bi cengê Dijî Da'îş li gel hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqî û bi taybet hêzên Herêma Kurdistanê da ne.

Danustandina bîr û ramanên di derbarê gefa terorîstan û metirsiya bihêzbûna Da'îş li Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.