Tuesday 28 May 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Filistîn ya li Hewlêrê kir



Roja sêşem 28.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nezmî Hizurî Konsolê Filistîn ya li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Filistîn li Hewlêr silavên Serok Mehmûd Ebas bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li aramiya Kurdistan û Iraq û navçeyê de û her wiha bi hêzkirina kultûra pêkvejiyana di navbera pêkhatên neteweyî û olî da hebû.

Her li vê civînê de tekez li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Filistînê û rewayetiya doza her dû gelan kirin.