Monday 9 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Brîtanya li Hewlêrê kir



Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Brîtanya li Hewlêrê kir

Roja dûşem 09.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de ku James Thornton Konsolê nû yê Brîtanya bi mebesta xwenasandinê serdana Serok Barzanî kiribû, xweşhaliya xwe ji bo pêşveçûna proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û destbikarbûna Hikûmeta nû ragihand û tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyare ku Herêma Kurdistanê bi hêz û aram bê û her wiha hêvî xwest peywendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê bê pêşxistin.

Her li vê civînê de pêşhatên siyasiyên Iraq û navçeyê û rewşa Kerkûk û navçeyên maddeya 140 hate nirxandin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê vê hevdîtinê bû.