Tuesday 23 April 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Kelîmullahê Tewehudî kir



Roja sêşem 23.04.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya dîroknivîs û rewşenbîr û hunermendê navdarê Kurdê Xorasanê Mamosta Kelîmullahê Tewehudî kir.

Li vê hevdîtinê de Mamosta Kelîmullahê Tewehudî spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku niha mezintirîn hêviya jiyana min pêkhatiye. Paşê bi kurtî li ser dîroka Kurdê Xorasanê û hemû pertûk û nivîsînên xwe yên li warê dîrok û edeb û huner û rewşa niha ya wê beşê gelê me yên li wan navçeyan xisterû.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina germê Mamosta Tewehudî, spasî hewl û keda wî ya ji bo nivîsîna dîroka beşekî girîngê gelê Kurd kir. Her wiha ji bo hewlên wî yên li warê zîndî ragirtina huner û çanda Kurdên Xorasanê destxweşiyê lê kir û hêviya serkeftinê li kar û projeyên Mamosta Tewehudî ya paşarojê da xwest.