Thursday 26 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya hunermend Mihemed Ehmed Erbîlî kir



Roja pênçşem 26.09.2019 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hunermendê navdarê bajarê Hewlêrê Mihemed Ehmed Erbîlî kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe pêşkêşî hunermend Mihemed Ehmed Erbîlî kir ku bi dirêjahiya temenê xwe xizmeta hunerê kiriye û cihê destên wî li geşbûna kultûr û hunera bajarê Hewlêr û Kurdistanê de diyare û niştimanperwerane li rêya hunera xwe ve xizmeta welatê xwe kiriye.

Her wiha Serok Barzanî rewşa tendirustî û jiyana Erbîlî pirsî û hêviya saxî û temendirêjiyê ji bo wî xwest.