Saturday 7 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Hevserok û şandekî bilinda Partiya HDP kir



Roja şemî 07.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Sezayî Temellî Hevserokê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) û Cîgirê Hevserok û hejmarek ji Parlementerên wê partiyê ya li Parlemena Tirkiye kir.

Li hevdîtinê de Hevserokê HDP pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li hevkêşeyên siyasiyên li Rojhilata Navîn û xebat û pêşxistina doza rewaya gelê Kurd de hebû. Her wiha bi kurtî rewşa siyasiya Tirkiyê û kêşeya gelê Kurd li wî welatî û siyaset û nêrîna partiya xwe ya li ser çawayiya çareserkirina kêşeya Kurd û pêkanîna aştî û tebayî ya di navbera gelên navçeyê û bi destxistina yekrêzî û yek gotariya aliyên Kurdî ji bo Serok Barzanî şîrove kir. Daxwaz jî kir ku Serok Barzanî bi bi ber çav girtina wê rol û pêgeha ku li nav Kurdistan û navçeyê da heye, yarmetiya çareseriya aştiyane û siyasiyaneya kêşeya Kurd bide.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî serdana şanda HDP ya ji bo Herêma Kurdistanê bi girîng wesif kir û ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku her perçeyek li Kurdistanê taybetmendiya xwe heye, ragihand ji bo dûrketina ji aloziyan pêwîste aliyên Kurdî wan taybetmendiyan li ber çav bigrin ku li her beşekî Kurdistanê da heye. Tekez jî li wê yekê kir ku hîç kêşeyek bi kêşeya gelê Kurd ve bi şer û tundutîjiyê nayê çareser kirin û dawiyê jî dibê çareseriyeke siyasî û aştiyane ser bikevê. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku ji bo yarmetîdana çareseriya aştiyaneya kêşeya Kurd li Tirkiye û beşên din li hîç hewlekî de kêmasî nake û ewê ji dest bê ji bo vê mebestê encam dide. Serok Barzanî daxwaz jî ji şanda mîhvan kir ku ji bilî alozî û hebûna girifta kûr bi tu awayekî ji çareseriya aştiyê bê hêvî nebin û rê jî nedin ku hebûna nakokiyên siyasî bibê sedema serhildana nakokiya neteweyî ya di navbera Kurd û Tirk.

Li vê hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreter û Hoşyar Zêbarî Endamê Mekteba Siyasî û Elî Husên Berpirsê Mekteba Peywendiyên Niştîmaniyên Partiya Demokrata Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn.