Wednesday 22 January 2020

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek ji Nûnerên Parêzgeha Nînowa yên li Encûmena Nûnerên Iraqê kir



Roja çarşem 22.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek ji Nûnerên Parêzgeha Nînowa yên li Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Dr Beşîr Hedad Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê jî amade bû, rewşa bajarê Musil û navçeyên cûda cûdayên Parêzgeha Nînowa û jiyan û guzeraniya koçberan û karkirina ji bo vegerandina xelkê navçeyên azadkirî guftûgo kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de şanda mîhvan Serok Barzanî ji kêşe û girift û daxwaziyên pêkhatan agahdar kirin û ragihandin ku nîştecihên Parêzgeha Nînowa çavê wan li wê yekê ye ku Serok Barzanî hewla çareserkirina kêşeyên wan bide.

Her li vê civînê de qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstên Da'îş de bilind nirxandin û tekez li ser kûrtir kirina bingehên pêkvejiyana pêkhatên olî û neteweyiyên Parêzgeha Nînowa kirin.