Sunday 2 June 2019

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek hunermend û rewşenbîr û nivîskarên bajarê Silêmanî kir



Roja yekşem 02.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel hejmarek hunermend û rewşenbîr û nivîskarên bajarê Silêmanî civiya.

Li vê civînê de hunermend û nivîskar û rewşenbîrên bajarê Silêmanî xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê derbirî û beşek ji wan li serdema şoreşa mezina Eylûlê da rola xwe hebûn û xizmetê kiribûn, behsa kêşe û giriftên li ber tevgera rewşenbîrî û hunerê kirin û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku zêdetir piştevaniya daxwazên hunermend û rewşenbîrên Kurdistanê bike, bi cûreyek rol û pêgeha rewşenbîr û hunermendan û keda wan li ber çav bê girtin.

Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina mîhvanan kir û ragihand ku rewşenbîr û hunermend beşekî girîng û bi bandor yê civakê ne û hinek car rola wan jî ji ya siyasetmedaran gelek zêdetire û dikarin xizmeta zêdetir jî pêşkêşî gelê xwe bikin. Her wiha piştevaniya tevahî jî ji bo daxwaz û xwestên wan derbirî.