Tuesday 19 February 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Fexrî Kerîm kir



Roja sêşem 19.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Fexrî Kerîm Serokê Dezgeha Meda ya ji bo Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerê kir.

Li hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa siyasiya Herêmê û bi pêwîst zanîn proseya hilbijartina Serokê Herêmê û pêkanîna kabîneya nûya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi leztir bê kirin. Ji ber ku bandora wê li ser wan keşeyên siyasiyên ku piştî hilbijartinan hatiye pêş bi erênî heye.

Tekez jî kirin ku ji ber wê erka hestiyar li hemû rûyê siyasî û aboriyan ve dikevê ser Herêmê, pêwîste şiyan ji bo yekxistina helwêsta aliyên Kurdistanê bê terxan kirin.

Her wiha li hevdîtinê de tekez kirin ku erka pêşî ya kabîneya nû ya Herêmê eweye ji bo pêkanîna daxwazên gelê Kurdistanê lezê bike û warê aborî û pêşketin û geşbûnê çalak bike.