Roja pênçşem 23.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqî kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha şerê Da'îş û pêşhat û guhertinên navçeyê jî mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Eyad Elawî bû.