Tuesday 22 November 2022

Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yêkîtiya Cîhana Zanayên Misilman û şandeke hevbeş kir



Roja sêşemê 22.11.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yêkîtiya Cîhana Zanayên Misilman û şandeke hevbeş ya Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Rêxistina Rabîteya Mirovî li Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de rewşa Iraq û navçeyê guftûgo kirin û di derbarê gefên li ber aramî û aştevayî ya li navçeyê û cîhanê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tekez li ser retkirina zimanê gef û înkariyê kirin û eve jî xistin rû ku zimanê diyalog û aştîxwaziyê baştirîn rêye ji bo çareserkirina kêşe û qeyranên navçeyê.

Li beşeke dinê vê hevdîtinê de rewşa navxweya Kurdistanê û rewş û guzeran û dilgiraniyên xelkê Kurdistanê hate guftûgo kirin.