Wednesday 11 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Şanda nû yê Amerîka li Iraqê kir



Roja çarşem 11.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brian McFeeters Cîgirê Şanda nû yê Amerîka li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr amade bû, destpêkê de Cîgirê Şanda nû yê Amerîka li Iraqê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê ragihand û ji bilî bilind nirxandina rola Serok Barzanî ya li proseya siyasiya Iraq û navçeyê da, ragihand ku ew hatine nêrîna Serok Barzanî ya di derbarê rewşa niha ya giştî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên Herêm û Bexdayê bizanin.

Li hevdîtinê de bi dirêjî behsa guftûgoyên di navbera Herêm û Bexdayê kirin û Serok Barzanî carekî din tekez kir ku piştevaniya diyalogê ya li ser bingeha destûr çareseriya kêşeyan dikin. Her wiha rewşa siyasî ya navçeyê û gefên Da'îşê xistin ber behs û guftûgoyan.

Serok Barzanî ragihand ku her çende Da'îş li rûyê şerê bereyî ve şikaye, lê belê li nav neçûne û mijulî xwe rêxistinê ne. Her wiha tekez kir ku Da'îş gefe li ser hemû aliyek, ji bo hinek aliyan gefeke nêzîk û ji bo hineke din gefeke dûr dirêje, behsa wan sedeman jî kir ku Da'îşê dirust kir û wekî xwe man û nehat çareser kirin.

Her li vê civînê de pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraq û navçeyê û rewşa Kerkûk û navçeyên maddeya 140 hate guftûgokirin.

Rewşa Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî dilgiranî û têbîniyên xwe yên li ser rewş û paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi şanda mîhvan ragihand.