Roja şemî 15.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Martin Jaeger Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasî hikûmet û gelê Almanya kir ku li şerê dijî terorîstên Da'îş de hevkar û yarmetîderê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û ragihand, palpiştiyên Almanya li guherîna balansa meydanî ya şerê dijî Da'îş de gelek bi bandor bûye.
Her li vê hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya, xweşhaliya welatê xwe bi baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bi Serok Barzanî ragihand.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya û rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.