Tuesday 19 February 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Wezîrê Belçîka kir



Roja sêşem 19.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Alexander De Croo Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Darayî ya Belçîka û Christos Stylianides Komîsyarê Yekîtiya Ewrupa yê Hevkariyên Mirovî kir.

Li hevdîtinê de Cîgirê Serok Wezîrê Belçîka pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ya li şerê terorîstên Da'îş û dirustkirina aramiya li navçeyê da hebû û ragihand ku hatina wan dûpatkirina wê peyamê ye ku Yekîtiya Ewrupa û Belçîka piştgîriya wan hewlan dikin ku li Kurdistan û Iraqê ji bo pêşketin û pêkanîna aramî û rûbirûbûna terorê li holê daye. Eve jî xisterû ku li vî warî de hê jî karê zêde maye ku pêwîste bê encamdan, ji bo wê yekê jî Belçîka û Yekîtiya Ewrupa wekî hevbeşê Herêma Kurdistanê dimînin û pabendî vê hevbeşiyê dibin. Her wiha spasî dam û dezgehên Herêma Kurdistanê jî kir ku di dema qeyran û gefan da hevkariya Yekîtiya Ewrupa û cîhanê bûne bi taybet li pirsa terorê û hevkarîkirina koçber û penaberan.

Di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê Cîgirê Serok Wezîrê Belçîka, pîrozbahiya Serok Barzanî kir ji bo hilbijartina Seroka Parlemena Kurdistanê û vê yekê bi hengavekî erênî li pêşveçûna proseya siyasiya Herêmê da zanîn. Şanda mîhvan tekez li wê yekê jî kir ku aramî û xweşguzeraniya Iraq û Kurdistanê ji bo Yekîtiya Ewrupa girîngiyeke xwe ya taybetî heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Belçîka û Yekîtiya Ewrupa û welatên endamê li hevpeymaniya dijî Da'îş kir ku li şerê dijî terorîstên Da'îş piştevanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û ji bilî tekez kirina wê yekê ku wan hevkariyan encameke baş hebûye, eve jî dûpatkir ku çanda gelê Kurdistanê rê bi wê yekê nade pêgeha terorîstan li Kurdistanê hebê û sûrbûna Kurdistanê jî li dijayetîkirina terorîstan bi şanda mîhvan ragihand.

Di derbarê proseya siyasiya Herêmê jî Serok Barzanî ji bilî balkişandina girîngî û dîrokîbûna her du hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û hilbijartina Parlemena Kurdistanê, hilbijartina yekem jin bi Seroka Parlemen û her wiha Cîgirekî jin ji bo Serokayetiya Parlemena Kurdistanê bi balkişandineke gelek baş zanî li geşbûna siyasî û pêşveçûna çanda siyasiya li Herêma Kurdistanê.

Li beşekî dinê vê civînê de gefên hizra teror û tundiya li ser asayîşa navçeyê û cîhanê guftûgo kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku ji bo nehiştina terorê ji bilî li şerê serbazî pêwîste şerê îdeolojiya terorê bê kirin.

Rewş Sûriye û her wiha parêzgeha Nînowa û bajarê Musilê û vegerandina koçberan mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û di derbarê rewşa Sûriye Serok Barzanî dilgiraniya xwe ya di derbarê paşaroja Kurd li Sûriye bi şanda mîhvan ragihand û tekez li wê yekê jî kir ku pêşhatên siyasî û meydaniyên Sûriye nebê sedema wê yekê ku ziyanên zêdetir bi xelkê Sûriye û gelê Kurd li Sûriye bikevê.