Sunday 18 April 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Wezareta Derveyê Amerîka yê Karubarê Sûriye kir



Roja yekşem 18.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya David Brownstein Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Wezareta Derveya Amerîka yê Karubarê Sûriye kir.

Li civînê de ku birêz Rob Waller Konsolê Amerîka li Hewlêr amade bû, Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Wezareta Derveya Amerîka yê Karubarê Sûriye êrîşên vê dawiyê ya li ser Herêma Kurdistanê û Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir û ji bilî balkişandina li ser rola Serok Barzanî ya li parastina aramiyê, piştevaniya welatê xwe jî ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser gef û metirsiyên terorê û hizra tundiyê û tekez li ser hemahengiya hemû aliyane ya rûbirûbûna gefê terorê kirin.

Rewşa Sûriye û paşeroja Kurd ya li wî welatî mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her du alî hêvî xwestin aliyên Kurdî yên Sûriye bigihin rêkeftineke hevbeş.