Tuesday 22 November 2022

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Çîn li Iraqê û şanda li gel kir



Îro sêşem 22.11.2022 Serok Barzanî pêşwaziya Cui Wei Balyozê Çîn û şanda li gel da kir.

Şanda mîhvan pîrozbahiyê li Serok Barzanî kirin bi helkefta serkeftina kongreya Çardehemîna Partiya Demokrata Kurdistanê û dûbare hilbijartina Serok Barzanî wekî Serokê Partî. Her wiha şandê pîrozbahiyê li hilbijartina Cîgirên Serok û serkirdayetiya Partî jî kirin û hêviya serkeftinê li karên wan da xwest.

Şandê pêzanînên xwe ji bo peywendiya bi hêz û kevnar ya li navbera her du aliyan hebû ku li ser bingeha rêzgirtina hevbeş hatiye avakirin.

Şandê daxwaza pêgirîbûna bi cîhkirina wê karnameyê kir ku li navbera Hikumeta Herêmê û Hikumeta Iraqa Federal da rêkeftin li ser hatiye kirin, ew jî bi navê pêkanîna aştî û aramiyê li rêya diyalogê ye.