Sunday 29 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yunan li Iraqê kir



Roja yekşem 29.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Yonîdos Kontovonîsyos Balyozê Yunan li Iraqê kir.

Li vê hevdîtinê de ku Eftîmyos Kostopolos Konsolê Yunan li bajarê Hewlêrê jî amadebû, Balyozê Yunan li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebata dûr û dirêj û rola siyasî ya Serok Barzanî li asta Iraq û navçeyê û cîhanê û li şerê dijî terorîstan hebû û her wiha rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina Da'îş de bilind nirxand. Sosretiya xwe jî bi siyaseta Serok Barzanî û Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ragihand li rûbirûbûna li gel gef û qeyran û rewşên dijwar da.

Li beşekî dinê vê civînê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa navçeyên kêşe li ser de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de balkişand li ser rewşa revenda Kurdî li Yunan û peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Yunan û tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Yunan ya li warên cûda cûda da kir.