Tuesday 22 September 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir



Roja sêşem 22 Eylûla 2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Martin Huth Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewrupa pêzanînên xwe ji bo xebata gelê Kurdistanê ya bi navê azadî û demokrasîxwaziyê de hebû û tekez jî li ser berdewamiya piştgîriya Yekîtiya Ewrupa ya Herêma Kurdistanê kir.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi kurtî dîroka xebat û wan êş û janan xisterû ku li ser gelê Kurdistanê da hatina anîn û tekez jî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê bawerî bi aştî û diyalogê heye ji bo çareserkirina hemû giriftên wan ya li gel Bexdayê.

Li beşeke dinê vê civînê de di derbarê proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha ronahî xistin li ser gefên li ber Iraq û hilbijartinên paşerojê.

Hewlên cîhanî yên ji bo rûbirûbûna pejika Korona û encamên wê pejikê mijareke dinê vê civînê bû.