Sunday 18 April 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir



Roja yekşem 18.04.2021 li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Fatih Yildiz Balyozê Tirkiye li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Balyozê Tirkiye li Iraqê bi mebesta malavayî û dawî hatina erkên xwe ya li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû, Balyozê Tirkiye silavên Serok Komarê Tirkiyê bi Serok Barzanî gihand û her wiha wan êrîşên li ser Herêma Kurdistan û Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir.

Her li vê hevdîtinê de ku Hakan Karaçay Konsolê Giştî yê Tirkiye li Hewlêrê jî amade bû, tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kirin û her du alî jî li ser ewe hevrê bûn ku bi navê mîsogerbûna aramî û vegerandina koçberan pêwîste rêkeftinnameya di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bê bicîhkirin.