Monday 24 September 2018

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Japon li Iraqê kir



Roja dûşem, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Naofumi Hashimoto Balyozê nû yê Japon li Iraqê kir.

Di destpêka hevdîtinê de, birêz Hashimoto spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê û xweşhaliya xwe nîşan da ku li destpêka karên xwe da wekî Balyozê nû yê Japon li Iraqê, hatiye Kurdistanê û li gel Serok Barzanî dicivive.

Balyozê Japon li Iraqê, rola Kurdistanê li proseya siyasiya Iraqê da bi bandor û bilind nirxand û ragihand ku Kurdistan navendekî girîngê aştî û aramiye li navçeyê da û Japon hez dike li hemû waran da peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê pêş bixe, bi taybetî li warê aborî da û ew aştî û aramî handerekî bihêze ji bo veberhênanê û em jî karê zêdetir bo wî dikîn.

Balyozê nû yê Japon her wiha ragihand ku welatê wan bi girîngiyekî zêde ve temaşa Kurdistanê dike û me hewl daye projeya stratejî bi cîh bikin û niha jî li warên av û kehrebe û avero û bendavên li Kurdistanê de hevkariya Kurdistanê dikîn û hewl didîn li warê çandinê da jî me proje hebê.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan, hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Japon xwest û ragihand ku ji bo serkeftina projeyên we amadeyê hemû hevkariyekîn. Serok Barzanî piştevaniya xwe jî ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Kurdistan û Japonê de nîşan da.

Her li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û Kurdistan û navçeyê, danustandina bîr û ramanan kirin.