Sunday 26 September 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Fransa li Iraqê kir



Roja yekşem 26.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eric Chevallier Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Olivier Decottignies Konsolê Fransa li Hewlêr amade bû, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Fransa li Iraqê xwest û ji bilî balkişandina serdana Serok Macron ya ji bo Herêma Kurdistanê tekez li ser peywendiya dîrokî û dostaneya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Fransa wê yekê dûpatkir ku dostayetiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê babeteke neguhertî û herdemiye.

Li dirêjahiya hevdîtinê de ronahî xistin li ser hilbijartina meha cotmeha bê ya Encûmena Nûnerên Iraqê û her du alî hêvî xwestin encamên hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê bibê sedema pêkanîna aramî û guhertinên erênî ku li berjewendiya welatiyên Iraqê de bê.

Rewşa Şingalê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û tekez li ser pêwîstiya asayîbûna rewşa Şingalê û vegerandina xelkê Şingalê ya ji bo navçeyên wan kirin.