Monday 28 October 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Almanya li Iraqê kir



Roja dûşem 28.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ole Diehl Balyozê nû yê Almanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku xanima Barbara Wolf Konsola Giştî ya Almanya li Hewlêr û Cîgira wê Sven Krauspê amadebûn, Balyozê Almanya li Iraqê pêzanînên xwe ji bo aramiya li Herêma Kurdistanê hebû û ragihand welatê wan spasiya wê rola Herêma Kurdistanê li penadan û hewandina koçberan dike ku erkekî girane. Eve jî ragihand ku Almanya li piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û her wiha kar û çalakiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê ya li warên geşepêdan û aramiyê de berdewam dibê.

Li beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê li erk û karên Balyozê nû yê Almanya de xwest û di derbarê rewşa koçberan jî wê yekê xisterû ku Herêma Kurdistanê dergehên xwe ji bo koçberan vekiriye û li babeta hewandina koçberan de, pêwîstî bi yarmetî û piştevaniya Almanya û civaka navdewletî heye.

Her li vê civînê de bandora guhertin û pêşhatên Sûriye li ser aramiya Herêm û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û metirsî û gefên terorîstên Da'îş yên li ser paşaroja Iraq û navçeyê bi taybetî li piştî kuştina Bexdadî guftûgo kirin.

Rewşa siyasiya Iraq û alozî û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê û her wiha peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û rewşa Kerkûkê mijareke dinê vê civînê bûn.