Thursday 21 February 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Bexda kir



Roja pêncşem 21.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Îrec Mescîdî Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Bexda û şandekî li gel kir ku ji Konsolên Komara Îslamiya Îranê li Hewlêr, Silêmanî, Kerbela û Necefê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin. Her wiha ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û nirxandina erênî ya serdana derbasbûyiya Serok Barzanî ya Bexdayê kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Iranê dûpat kir.

Proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û hengavên pêkanîna Hikûmet û Parlemena Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.