Tuesday 17 December 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Kanada li Iraqê kir



Roja sêşem 17.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ulric Shannon Balyozê nû yê Kanada li Iraqê û Ashley Durec Berpirsa Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanada li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Kanada ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya bi yekem serdana xwe ya Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî, sosretiya xwe bi pêşketin û aramiya Kurdistanê nîşan da û rola Serok Barzanî li proseya siyasî û serkirdayetîkirina şerê têkşikandina Da'îş da bilind nirxand.

Ulric Shannon peywendiyên welatê xwe yên li gel Herêma Kurdistanê bi girîng da zanîn û tekez jî kir ku ew hevkarî û hemahengiya Kanada ya li şerê Da'îş da li gel Herêma Kurdistanê de hebû, berdewam dibê û dixwazin li hemû astan da peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê pêşbixin.

Serok Barzanî ji bilî pîrozbahîkirina li Balyozê Kanada, ya ji bo destbikarbûn û li erkê wî yê nû de, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û piştevaniya xwe jî ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên Kanada û Herêma Kurdistanê derbirî.

Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê, peywendiyên Herêm û Bexda û metirsiyên serhildana terorê mijareke dinê vê civînê bûn.