Sunday 19 September 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Hîndîstanê li Iraqê kir



Roja yekşem 19.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Prashant Pise Balyozê Hîndîstanê li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Subhash Chandra Kain Konsolê Hîndîstanê li Hewlêr amade bû, Balyozê Hîndîstanê li Iraqê ji bilî tekez kirina li daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê xwazyarê ewe bû ku peywendiyên di navbera Hîndîstan û Herêma Kurdistanê li warê akademî û pizîşkî û aborî de zêdetir bê berfireh kirin.

Her li vê civînê de ronahî xiste li ser pêşhatên dawî yên siyasî yên navçeyê û gefa terorê li ser asayîşa navçeyê û cîhanê û tekez li wê yekê kirin ku rûbirûbûna terorê hewleke cîhanî û hemû aliyane pêwîste.

Hilbijartinên paşerojê ya Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke dinê vê civînê bû, her du alî hêvî xwestin hilbijartina heyva cotmehê ya 2021 bibê sedema guhertinên erênî û pêkanîna daxwazên xelkê.