Sunday 21 February 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Holanda li Iraqê kir



Roja yekşem 21.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Michel Rentenaar Balyozê Holanda li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Hans Akerboom Konsolê Holanda li Hewlêr amade bû, Balyozê Holanda li Iraqê pêzanînên xwe ji bo rola dîrokiya Serok Barzanî ya li xebata gelê Kurdistanê û parastina aramî û şerê terorê de hebû. Her wiha tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan li şerê terorê da yarmetîderê Iraq û Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dimîne.

Her li vê civînê de di derbarê çawayiya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Holanda ya li warê çandin û warên cûda cûdayên din de danustandinên bîr û ramanan kirin.