Wednesday 16 November 2022

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fînlanda li Iraqê kir



Roja çarşem 16.11.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Matti Lassila Balyozê Fînlanda li Iraqê kir

Li hevdîtinê de Balyozê Fînlanda li Iraqê pêzanînên xwe ji bo cihê destê Serok Barzanî li xebat û dîroka hevçerxa gelê Kurdistanê hebû û spasî rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî ya li şerê teror û têkşikandina terorîstên Da'îşê kir.

Li beşeke dinê vê hevdîtinê de Balyozê Fînlanda li Iraqê wê yekê dûpatkir ku welatê wan berdewam dibê li palpiştî û meşq û rahênana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û spasî Hikûmeta Herêmê jî kir ji bo hevkarî û hemahengîkirina li vegerandina welatiyên Fînlanda li Sûriye.

Rewşa siyasiya Iraqê mijareke dinê vê civînê bû.