Tuesday 16 February 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Danîmark li Iraqê kir



Roja sêşem 16.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stig Paolo Piras Balyozê Danîmark li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Danîmark li Iraqê dilgiraniya xwe bi êrîşa mûşekiya şeva derbasbûyî ya li ser bajarê Hewlêrê nîşan da û pêzanînên xwe jî ji bo wê aramî û pêşketinê hebû ku li salên derbasbûyî û niha li Herêma Kurdistanê pêkhatiye. Balyozê Danîmark li Iraqê eve jî xisterû ku welatê wan hevbeşê Hevpeymaniya Navdewletiya dijî terorê û beşdar bûye li meşq û rahênana bi hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste kêşeyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal li rêya aştî û diyalogê bê çareser kirin.

Her li vê civînê de di derbarê gefên terorê Serok Barzanî wê yekê ragihand ku têkşikandina terorê hewleke hemû aliyaneye û fireh rehendî jêre pêwîste. Raste niha Da'îş li rûyê serbazî ve hatiye şikandin lê belê ew sedemên ku bûne hokara serhildan û bihêzbûna terorê wekî xwe mane. Di derbarê kêşeyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku pêwîste ew kêşe li rêya diyalogê û li çarçêweya destûrê da bêne çareser kirin. Bi cîhkirina destûra Iraqê aramî pêktê û dibê sedema wê yekê pêkhatên Iraqê bi hevbeşî li gel hevdû da bijîn.

Rewşa siyasiya navçeyê û Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijarên dinê vê civînê bûn.