Sunday 9 December 2018

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Roja yekşem 09.12.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jon Wilks Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û hengavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û teheddiyata li ber proseya siyasî hate guftûgo kirin û Balyozê Brîtanya li Iraqê ronahî xiste li ser girîngî û dengvedanên serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî ya Bexda û wê serdanê jî bi girîng û bi bandor wesif kir.

Her li vê civînê de tekez li wê yekê kirin ku hikûmeta nû ya Iraqê û proseya siyasî ya piştî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê derfet û keşûhewayekî nû ya ji bo peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserkirina kêşeyan û bicîhkirina maddeya 140 a destûra Iraqê aniye holê. Di derbarê rewşa Kerkûkê jî eve dûpatkir ku pêwîste hemû pêkhat li birêvebirina wî bajarî de beşdar bibin.

Li beşekî dinê civînê de Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser berdewamî û tundtir kirina peywendiyên welatê xwe ya li gel Herêma Kurdistanê û her wiha hevkarîkirina Wezareta Pêşmerge û rêkxistina wê kir.

Rewşa parêzgeha Nînowa û kêşeyên nîştecihên Musil û koçberan mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.