Monday 17 October 2022

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Roja dûşem 17.10.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de David Hunt Konsolê Giştî yê Brîtanya amade bû, guhertinên dawî ya di nav qada siyasî û hilbijartina dawî ya Serok Komariyê hate guftûgo kirin û her du alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hengavên pêkanîna hikûmetê li gor îstîhqaqata hilbijartinê bê û bi pêwîst jî zanî ew programa ku ji aliyê beşdarbûyên proseya siyasî li ser rêkkeftine, bê bi cîh kirin. Bi awayek ew program wekî nexşerêyek bê ji bo rêrewa proseya siyasiya Iraqê ber bi aramiya siyasî.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez jî li ser girîngiya rola jinan û bihêzkirina wê rolê kir û balkişand li ser wê yekê ku Partiya Demokrata Kurdistanê pêşengê pêgihandina jinên çalak buye û ji bo pêşxistina civakê herdem rolê daye jinan.