Tuesday 21 June 2022

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Belçîka li Iraqê kir



Roja sêşema 21.06.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Fîlîp Vanden Bulke Balyozê Belçîka li Iraqê kir ku bi helkefta dawî hatina bi erkên xwe û malavayî kirinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên Iraqê û astengiyên li ber proseya siyasiya de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li beşeke dinê hevdîtinê de Balyozê Belçîka ji bilî tekezkirina li berfirehkirina peywendiyên her du aliyan spasî Hikûmeta Herêmê û gelê Kurdistanê kir ku li rojên teng da dergehên xwe li ser koçber û lêqewimiyan da vekiriye. Rewşa Rojavayê Kurdistanê û rêkeftinameya asayîkirina rewşa Şingalê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.