Monday 14 September 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir



Roja dûşem 14ê Eylûla 2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Rob Waller Konsolê nû yê Amerîka li Hewlêr jî amade bû, Balyozê Amerîka li Iraqê silavên taybetî yên Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser dostayetiya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê li nav navendên girîngên biryarên Amerîkayê de ciheke xwe yê girîng û taybet heye. Her wiha eve jî xiste rû ku Amerîka ji bo çareserkirina kêşeyan û bihêzkirina damezraweyên dewleta Iraqê, dixwaze li çarçêweya diyaloga stratejiyê da yarmetiya dostên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê bide. Her li vê civînê de şanda mîhvan tekez li ser berdewamiya hemahengiya welatê wan ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Li beşeke dinê vê civînê de Serok Barzanî ji bilî tekezkirina li dostayetiya di navbera gelê Kurdistan û Amerîkayê de spasî sazî û navendên biryarên Amerîkayê kir ku bi girîngiyê ve temaşa rewş û pêgeha Herêma Kurdistanê dikin û her wiha li erk û karên wî da, hêviya serkeftinê jî ji bo Konsolê nû yê Amerîka xwest.

Rewşa siyasiya navçeyê û gefên li ber Hikûmeta Iraqê û hilbijartinên nû yên Iraqê û her wiha encamên pejika Korona ya li ser kerta aborî û civakî û derûniyên civakê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.