Îro sêşem 02.06.2020 Serok Mesûd Barzanî li Baregeha xwe ya li Selaheddîn pêşwaziya birêz Matthew Tueller Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Bexda kir.
Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û hewlên dawî ya pêkanîna Hikûmetê li Iraqê û peywendiyên Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Her wiha ronahî xistin li ser serhildana tevgerên Da'îş û girift û kêşeyên navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêmê û meseleya koçberan.
Hêjayî gotinê ye birêz Balyozê Amerîka rola erênî ya Serok Barzanî li wan meseleyan û li rûyê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê da bilind nirxand.