Wednesday 5 February 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir



Roja çarşem 05.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew Toller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê hate nirxandin. Her wiha tîşk xistin li ser proseya siyasiya Iraqê û raspardina Serok Wezîrê nû yê Iraqê û tekez li ser çareserkirina kêşeyan û bi deng ve hatina daxwaziyên xwepêşanderan û aramiya Iraqê kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de di derbarê paşaroja gelê Kurd li Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Amerîka li Iraqê rola Serok Barzanî li nêzîk kirina aliyên Kurdî yên Sûriyê de bilind nirxand.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîka û hemahengiya berdewamiya di navbera her du aliyan kirin.