Sunday 9 October 2022

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanya li Iraqê kir



Roja yekşem 09.10.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Martin Jaeger Balyozê Almanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Claus Shtraysher Konsolê Giştî yê Almanya li Hewlêrê jî amade bû, rewşa siyasiya Iraqê û hewlên dawî yên ji bo dawî hatina binbestên siyasiyên Iraqê guftûgo kirin û Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser guftûgo nameya di navbera aliyên Kurdî û Sûnne û çarçêweya hemahengiyê, tekez li wê yekê kir ku ew guftûgo name li ser bingeha destûrê hatiye bestin.

Li beşeke dinê vê hevdîtinê de Balyozê Almanya ji bilî şermezar kirina êrîşên hêzên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û bi armancgirtina xelkê sivîl, eve jî ragihand ku welatê wan bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dike û xwazyarê ewe bû li paşerojê de wan peywendiyan pêş bixin bi taybet li warê bazirganiyê de. Eve jî dûpatkir ku welatê wan alîgirê eweye mafên Herêma Kurdistanê li çarçêweya destûrê da bê dayîn.

Guhertina keşuhewa û qeyrana kêm avî ya li asta cîhanê da mijareke dinê vê hevdîtinê bû.