Tuesday 21 June 2022

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanya li Iraqê kir



Roja sêşema 21.06.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Martîn Cagêr Balyozê Almanya û şandeke li gel da kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û hengavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan.

Her li vê hevdîtinê de metirsiyên egera encamdana operasyona serbaziya Tirkiye ya li ser Rojavayê Kurdistanê û encamên wê guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Almanyayê kirin. Rewşa Şingalê û rewşa koçberên Şingalê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.