Monday 13 March 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Swêd li Iraqê kir



Roja dûşema 13ê Adara 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Jessica Svardstrom Balyoza Swêd li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û astengiyên li ber aramiya Iraqê û bi cîhkirina bernameya Hikûmeta Iraqê guftûgo kirin.

Li beşeke dinê civînê de ronahî xistin li ser gefên hizra tundrewî û tayîfegeriya li ser paşeroja Iraq û navçeyê û tekez li ser bi cîhkirina rêkeftinnameya Şingalê û asayîkirina rewşa Şingalê kirin.

Her li vê hevdîtinê de Balyoza Swêd li Iraqê wê yekê xisterû ku welatê wan palpiştiya aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dike û ji bilî balkişandina li ser bûna hejmareke zêdeyê revenda Kurd û Iraqî xwazyarê ewe bû peywendiyên di navbera Swêd û Herêma Kurdistan û Iraqê li warên cûda cûda de bê pêşxistin.

Her wiha Serok Barzanî jî spasî gel û Hikûmetên Swêdê kir ku herdem li rojên teng da dergehên xwe bi rûyê gelê Kurdistanê vekirine û palpiştê doza gelê Kurdistanê bune.